Di vê malperê de em Kitêba Pîroz ya bi Kurdî bi nivîsî bona xwendinê an jî bona guhdarîkirin û daxistinê di formata mp3’ê de pêşkêşî we dikin
Her wiha, em weşanên xweyî wekî din ên bi Kurdî û Tirkî di derbarê Kitêba Pîroz de ne pêşkêşî xizmeta we dikin.
Ger hûn bixwazin Kitêba Pîroz di zimanê Kurdî de guhdarî bikin, hûn dikarîn wekî CD’yekê bixwazin.
Încîl: 1. Yûhena 4,16a
Kîne em?Seîd û Resûl… Em Mesîhiyên Kurd ên ku hezkirina Xwedayê Şiyandar bi saya Mesîh Îsa tahmandine ne. Pêşiyê em Misliman bûn.Wekî gunehkarên winda bûyîne bin em ji Xwedê dûr bûn û me Xelasker Îsa MESÎHê ku bona ku li me, gunehkaran bigere û xelas bike, li me, gunehkaran digere, nas nedikirin. Bi sayedariya XUDANê Bilind Kelama Xwedê kete destê me û me Gotina Xwedê xwendin û bi vî awayî me gunehkariya xwe û gunehên xwe qebûl kirin û me Îsa Mesîh bi Xelaskerî û Xudanî qebûl kirin. Ji roja ku me bawerî bi Xudanê xwe re aniye, em bi dilxwazî û kêfxweşiyê xizmetê ji XUDANê xwe ÎSA MESÎH re dikin. Bona ku gelê meyî hustixwar jî bigihêje vê şabûnê me “Kelama Pîroz” wergerandin zimanê Kurdi û weşandin.
Încîl: 2. Korîntiyan 5,1
Gelo çima em vê xizmetê dikin?Ji ber ku Xwedayê Şiyandar, bi hezkirinek abadîn ji me hez kir û bona gunehên me, ÎSA MESÎH şand dinê û ew li ser xaçê hate darizdan û bi vî awayî ji bo me her tiştî qenc kir. Bona vê yekê em bi sipasî û dilxweşiyê ji XUDANê xwe ÎSA MESÎH re xizmetê dikin; û ji gelê xwe yên ku em pirr ji wan hez dikin re têdighînin ku; ka XUDAN ÎSA MESÎH bona canên me çi kiriye.